Hişarê!
![]() |
- MURAT İLHAN - |
Ewilî bi çarpiyan, bi dûv re bi tena tena… Nalet li wê meşê be ku te rakir ser piyan û li kolana mirinê siwar kîr. Bi wî temenê biçûk de, li wî gundê wêran tu di nava tirabêlkê de bû. Kes nemabû te bişo, kes tunebû keziyên xwe kur bike. Li deverên din nizanim lê teqez dibêjim; va ye li vir, li ber vî dîwarê kerpîçî xelîzî bi ser ket başî mir. Heke qeder be, bila êdî qeder te di pêsîra xwe de hilkişîne.
Hişarê, sergeliya şêrînan! Xwezî di destê min de bûya, xwezî. Min ê her tiştên, nebaş avêtiba perekî dinyayê. Min ê koçberiya wir û koçberiya ji wir qedexe kiriba, da ku te biparêzim. Bila hevdû li wir şorandibana, heya xirabî jî tebitîba. Gelek hene dibêjin “Ger nebaşî tunebûya dê tu wateya qenciyê jî nemaba.” Naxêr, ez ne qebûl im! “Çê”, “çêtirê” biwate dike, tiştê jê-çêtir jî çêtirê.
Hişarê, mehrûma ji her tiştî! Di vî şerî de te di kîjan alî de ref digirt? Tu bû sedema lezîna kîjan fîşekan. Besimînek şermokî jî nebû para te. Îra li ber vî dîwarê kerpîçî berdarî kuştin bêgunehî mir! Çi bibêjim cihê xwe nagire. Jiyan çi eceb e ne wilo?
Min halê te dît. Îcar de wer û vê xwîskê daqurtin, de wer û vê bêhnê bistîn! Heta niha min ewletiya dîtina sehera xwe dida. Lê îşev…!
Hişarê! Wa ye wê roj hilê. Lê bayê sariya sibehê ber bi min ve tê.
EWKEK
Baranek bihemdê xwe tê,
hema ne jixwe.
Evînan dihêle,
hemû êşan dide ber cihokan
û dibe.
Baranek bihemdê xwe tê,
Tevî filan û bêvanan,
herka demê jî disekinîne.
Agir ji min re dihêle,
xweliyê dide ber xwe
û diçe.
Baranek bêhemdê xwe tê.
Wer bi hînimîn.
Neyîniyan paqij dike,
lê pir hêdî.
Lez bike baranê,
Sebra min nemaye.
Murat İLHAN
Diyarbakır D Tipi Kapalı Cezaevi
K3-3 Koğuşu
DİYARBAKIR
YORUM YAZIN